PKKê berpirsekî Mala Êzidiyan desteser kir

PKKê zilamekî olî yê Êzidiyan ku li Xanesorê Berpirsê Mala Êzidiyan e, desteser kir.

K24 – Duhok

PKKê zilamekî olî yê Êzidiyan ku li Xanesorê Berpirsê Mala Êzidiyan e, desteser kir.

Seîd Zero, Berpirsê Ragihandinê yê Mala Êzidiyan li Çiyayê Şingalê ji K24ê re ragihand: “Vê êvarê, asayîşa PKKê, Şêx Seîd Dexîl Yûsiv, Micêwirê Qubeya Şêşims û Berpirsê Desteya Olî yê ser bi Mala Êzidiyan li nahiya Xanesor, desteser kir.”

Sedema desteserkirina Şêx Seîd Dexîl Yûsiv ji aliyê PKKê ve, li gor gotina Seîd Zero "bi tohmeta handana xelkê bo xwepêşandana li dijî hebûna PKKê li Şingalê" ye.

Seîd Zero herwiha dibêje: “Em li ser daxwaza xwe berdewam dikin û em qebûl nakin ti grûpeke ne ji Iraqê, li Şingalê hebin û em ê xwepêşandanên xwe bidomînin.”

Berpirsê Ragihandinê yê Mala Êzidiyan eşkere dike: “Ji bo bersivekê li vê pêngava PKKê, em ê dest bi desteserkirin û girtina her endam û kadroyekî PKKê bikin dema li ber destê me bikevin û em rê nadin liv û tevgerên wan.”

Hêjayî gotinê ye ku roja 27ê Tîrmeha 2020an hejmarek endam û alîgirên Mala Êzidiyan, li ser Çiyayê Şingalê xwepêşandan encam dabûn û daxwaz dikirin; hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî ya Kurd, ji bo derxistina PKKê ji sînorê deverên wan û ji Şingalê, bixebitin.

 

Î.A