Herêma Kurdistanê di diyaloga stratejî ya Amerîkî – Iraqî de beşdar dibe

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, nûnerên Herêma Kurdistanê di serdana Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazim bo Amerîka de beşdar dibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, nûnerên Herêma Kurdistanê di serdana Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazim bo Amerîka de beşdar dibin.

Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî biryar e îro 16ê Tebaxê serdana Washingtonê bike û bi Serokê Amerîka Donald Trump re bicive û komeke pirsên girîng ên taybet bi navçeyê û Rojhilata Kurdistanê bên guftûgokirin.

Di wê derbarê de Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji K24ê re ragihand, nûnerên Herêma Kurdistanê di civînan de beşdar dibe û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî û çend berpirsên din wek Nûnerê Herêma Kurdistanê bi şanda Iraqî re beşdar dibin.

Biryar e gereke din a guftûgokirina rêkeftina stratejî ya di navbera Amerîka û Iraqê birêve biçe û hevşêweya civîna yekem, nûnerên Herêma Kurdistanê beşdarî civînan bibin, bi armanca amadekirina rêkeftina stratejî di navbera her du aliyan de.

Ev serdana di demekê de ye, Rojhilata Navîn û Iraq bi taybet di komeke pêşhat û rewşên siyasî û civakî yên bilez re derbas dibin û egerên ji bo guhartinên nû li navçeyê vekirî ne.

 

S. B