Îsmaîl: Êrîşa ser nivîsgeha me, li dijî diyaloga Kurdî – Kurdî ye

Berpirsê Rêvebir ê Polîtburoya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl ji K24ê re got: Ev êrîş kiryareke gelekî xirap û kirêt e û êli dijî rêkeftina Kurdî – Kurdî ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şeva bûrî li bajarê Qamişlo rêxistina bi navê “Ciwanên Şoreşger” a bi ser Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve, êrîşî nivîsgeha Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) ya li rojhilatê Qamişlo û Ala Kurdistanê kirin û hin gotin li ser deriyê nivîsgehê nivîsandin û dirûşimên li dijî wê partiyê avêtin.

Di vê derbarê de Berpirsê Rêvebir ê Polîtburoya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl ji K24ê re got: Ev êrîş kiryareke gelekî xirap û kirêt e û êli dijî rêkeftina Kurdî – Kurdî, encamên wê û berdewamiya wê ye û li dijî zemîneya rihetbûnê ya di nava gelê me de çê bûye ye.

Îsmaîl got jî: Armanc ji vê êrîşê her tim nakokî, zehmetî û metirsî di nava Kurdan de hebe û berjewendiya ti aliyekî Kurdî tê de nîn e, belkû berjewendiyên aliyên li derveyî Kurdistana Sûriyê de tê de heye.

Tekez kir jî: Ev êrîş li dijî destpêşxeriya yekrêziya aliyên Kurdî ya Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ye. Bi hêvî ne aliyên bi yekrêziya Kurdî radibin wek Mezlûm Ebdî û aliyê Amerîkî çareyekê ji vê kiryarê re bibînin, heger na dê ti encam ji diyaloga Kurdî – Kurdî re nebin, ti bawerî ava nabe û ti gavên ber bi pêş ve jî nayin avêtin.

Berpirsê Rêvebir ê Polîtburoya PDK-Sê diyar kir: Me aliyê din bi van kiryaran agahdar kirin û ew jî dibêjin ku ev kiryarine xirap in ew qebûl nakin karên wiha bên kirin û dê li ser bisekin. Lê em li benda tiştên cidî û li ser erdê ne, ta ev kiryar careke din dubare nebin.

 

S. B