Li Rojavayê Kurdistanê kesekî din bi Koronayê canê xwe ji dest da
Desteya Tendirustiyê yê Rêveberiya Xweser ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 22 pêketiyên Koronayê hatin tomarkirin û kesekî jî bi Koronayê canê xwe ji dest da.
K24 – Navenda Nûçeyan
Desteya Tendirustiyê yê Rêveberiya Xweser ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 22 pêketiyên Koronayê hatin tomarkirin û kesekî jî bi Koronayê canê xwe ji dest da.
Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser îro di daxuyaniyekê de amarên pêketin û mirina Koronayê yên 24 demjimêrên bûrî ragihandin û diyar kir, 5 haletên pêketina bi Koronayê li Hesekê, 7 halet li Qamişlo, 4 halet li Dêrikê, haletek li Rimêlanê û 5 halet li herêma Şehbayê hatine tomarkirin.
Diyar kir, ji nava kesên nû bi Koronayê ketine, 16 kes mêr in û 6 kes jî jin in.
Dr. Ciwan Mustefa da zanîn jî, li bajarê Hesekê kesekî bi Koronayê canê xwe ji dest da.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihîştiye 204 kesan, ji wan jî 11 kesan canê xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tendirustiyê Dr. Ciwan Mustefa amaje bi wê da, heta niha 21 pêketiyên Koronayê li herêmên wan baş bûne.
S. B