Desteya Tendirustiyê: Belavbûna Koronayê di rewşa asayî de ye
Cîgira Hevserokatiya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser Rojîn Ehmed ji K24ê re ragihand, di derbarê belavbûna vîrûsa Koronayê de û ligel kêmbûna derfet û karînan, lê heta niha rewş li Rojavayê Kurdistanê asayî ye û negihîştiye rewşa metirsîdar.
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgira Hevserokatiya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser Rojîn Ehmed ji K24ê re ragihand, di derbarê belavbûna vîrûsa Koronayê de û ligel kêmbûna derfet û karînan, lê heta niha rewş li Rojavayê Kurdistanê asayî ye û negihîştiye rewşa metirsîdar.
Rojîn Ehmed diyar kir, derfet û karînên Desteya Tendirustiyê gelekî kêm in û pêwîstiya wan bi gelek dermanan û amûreyên bijîşkî hene, ji ber ku heta niha ti saziyên navdewletî ti alîkarî pêşkêşî wan nekirine.
Diyar kir, ew wek Desteya Tendirustiyê pêwendî bi gelek rêxistin û saziyên navdewletî û Rêxistna Tendirustiya Cîhanê re kirine, lê heta niha ti alîkarî negihîştiye destê wan.
Destnîşan kir, Desteya Tendirustiyê gelek hişyarî di nava xelkê de balav kir û Desteya Tendirustiyê û Şaneya Krîzê jî gelek rênima û biryar derkirin, lê pabendbûna welatiyan bi wan biryaran ne di asta pêwîst de ye.
Cîgira Hevserokatiya Tendirustiyê got, ji encama dorpêça li ser Rojavayê Kurdistanê û girtina deriyê sînorî yê Til Koçerê li pêş derbaskirina alîkariyên mirovî, bandoreke xirap li ser rewşa aboriyê kiriye, ji aliyekî din ve jî bazirgan jî nirxên kelûpelan zêde kirine, ji ber wê Desteya Tendirustiyê hewl dide mask û lepikan li welatiyan belav bike.
Li Rojavayê Kurdistanê ligel ku vîrûsa Koronayê dereng belav bû, lê di çend rojên dawiyê de rojane hejmarek pêketî tên tomar kirin ku heta niha hejmara kesên bi Koronayê ketine gihîştiye 204 kesan ji wan jî 11 kesan canê xwe ji dest dane.
S. B