Bikaranîna maskê li dezgehên rojavayê Kurdistanê bû neçarî

Rêveberiya Xweser danîna maskan li hemû dezgehên fermî li welatiyan ferz dike û kî pabendî vê biryarê nebe, dê bê sizadan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweser danîna maskan li welatiyan li hemû dezgehên fermî ferz dike û kî pabendî vê biryarê nebe, dê bê sizadan.

Hevserokatiya Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser îro di daxuyaniyekê de ragihand, ji bo parastina jiyana welatiyan û ji bo rêgirî li belavbûna zêdetir a vîrûsa Koronayê, danîna mask li welatiyan li hemû dezgehên fermî yên Rêveberiya Xweser ferz e.

Li gor daxuyaniyê, ew biryar ji roja 18ê vê mehê ve dikeve warê bicihkirinê û her kesê li dezgehên fermî mask bi kar neyine, dê bi hezar Lîreyên Sûrî bê sizadan.

Ev di demekê de, vîrûsa Koronayê bi awayekî berfireh li rojavayê Kurdistanê belav dibe û berpirsên Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser dibêjin, divê welatî xweparêzin.

 

S. B