Bikaranîna maskê li dezgehên rojavayê Kurdistanê bû neçarî
Rêveberiya Xweser danîna maskan li hemû dezgehên fermî li welatiyan ferz dike û kî pabendî vê biryarê nebe, dê bê sizadan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêveberiya Xweser danîna maskan li welatiyan li hemû dezgehên fermî ferz dike û kî pabendî vê biryarê nebe, dê bê sizadan.
Hevserokatiya Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser îro di daxuyaniyekê de ragihand, ji bo parastina jiyana welatiyan û ji bo rêgirî li belavbûna zêdetir a vîrûsa Koronayê, danîna mask li welatiyan li hemû dezgehên fermî yên Rêveberiya Xweser ferz e.
Li gor daxuyaniyê, ew biryar ji roja 18ê vê mehê ve dikeve warê bicihkirinê û her kesê li dezgehên fermî mask bi kar neyine, dê bi hezar Lîreyên Sûrî bê sizadan.
Ev di demekê de, vîrûsa Koronayê bi awayekî berfireh li rojavayê Kurdistanê belav dibe û berpirsên Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser dibêjin, divê welatî xweparêzin.
S. B