Tevgera Ciwanên Şoreşger red dike êrîşî nivîsgeha PDK-Sê kiribe

Tevgera Ciwanên Şoreşger red dike ku têkiliya wan bi êrîşa li ser nivîsgeha Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) re hebe û wê êrîşê li dijî yekitiya gelê Kurd bi nav dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tevgera Ciwanên Şoreşger red dike ku têkiliya wan bi êrîşa li ser nivîsgeha Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) re hebe û wê êrîşê li dijî yekîtiya gelê Kurd bi nav dike.

Grûpa bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger derbarê êrîşa şeva bûrî li ser nivîsgeha PDK-Sê daxuyanî da û red kir ku ti peywendiyek wan bi wê êrişê hebe û ragihand, di dema ragihandine pêngaveke wan de li Qamişlo, hin kesên nenas ku xwestin ku pêngava wan di bin siyê de bihêlin, li ser deriyê nivîsgeha PDK-S’ê hin peyv nivîsandine

Tevgera Ciwanên Şoreşger dibêje: Em vê yekê wek provokasyon dinirxînin û li dijî yekitiya gelê Kurd e. Em hemû aliyan vedixwînin hişyarbûna li dijî bûyerên wiha provokatîf. Em daxwaz dikin ku bûyerên wiha bi tevgera me ve neyên girêdan.”

Şeva bûrî li bajarê Qamişlo nivîsgeha Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) ya li rojhilatê Qamişlo rastî êrîşê hatibû, ala Kurdistanê hatibû boyaxkirin û hin siloganên li PKKê li ser deriyê nivîsgehê hatibû nivîsandin. Berpirsên PDK-Sê jî grûpa Tevgera Ciwanên Şoreşger bi wê êrîşê tometbar kiribû.

Di vê derbarê de Berpirsê Rêvebir ê Polîtburoya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl ji K24ê re got: Ev êrîş kiryareke gelekî xirap û kirêt e û li dijî rêkeftina Kurdî – Kurdî, encamên wê û berdewamiya wê ye.

 

S. B