Li Herêma Kurdistanê 21 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 537 pêketiyên Koronayê hatin tomarkirin û 21 kesan jî canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 537 pêketiyên Koronayê hatin tomarkirin û 21 kesan jî canê xwe jidest dan.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de 537 kes bi vîrusa Koronayê ketine, jê 297 kes li Hewlêrê, 51 kes li Silêmaniyê, 26 li Germiyanê, 134 kes li Duhokê û 29 kes li Helebceyê ne.

Amaje bi wê jî da, 21 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan, ji wan 12 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê û 2 kes li Germiyanê, 2 kes li Raperîn û 2 kes li Duhokê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 21197 (Hewlêr: 8744, Silêmanî: 9981, Duhok: 1820, Helebce: 652)

Mirin: 753 (Hewlêr: 244, Silêmanî: 484, Duhok: 13, Helebce: 12)

Başbûn: 11496 (Hewlêr: 4330, Silêmanî: 5827, Duhok: 795, Helebce: 544)

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din daxwaz ji welatiyan dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germ hejmar (122) bikin.

 

S. B