Li Iraqê hejmara pêketiyên koronayê zêde dibe

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 75 kesan jiyana xwe ji dest dan.

K24 – Hewlêr

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 75 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 75 kesan canê xwe ji dest dane û 4 hezar û 348 kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Wezaretê di daxuyaniya 16ê Tebaxa 2020an de eşkere kiriye; heta niha 176 hezar û 931 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 125 hezar û 374 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne.

Herwiha hatiye destnîşankirin; niha 572 kes li nexweşxaneyên Iraqê di bin çavdêriya hûrbînî de ne û heta niha li seranserê Iraqê 5 hezar û 860 kesan canê xwe ji dest dane.

 

Î.A