Sibe Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civînekê pêk tîne

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê sibe ji bo gotûbêjkirina mijara mûçe û rêkeftina li gel Bexdayê, dicive

K24 – Hewlêr

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê sibe ji bo gotûbêjkirina mijara mûçe û rêkeftina li gel Bexdayê, dicive.

Biryar e, sibe Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, bi serperiştiya Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bicive.

Li gor zanyariyên K24ê, di civînê de mijarên rewşa darayî ya niha ya Herêma Kurdistanê, mûçe û encamên pêvajoya gotûbêjên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê û rêkeftina li gel Bexdayê dê werin gotûbêjkirin.

Ev di demekê de ye ku şeva din Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê di peywendiyeke telefonî de li ser çend pêngavên sereke ji bo çareserkirina kêşeyan li hev kirin.

Di peywendiyê de biryar hat dayîn ku, li gor rewşa darayî ya Iraqê, di demeke nêz de bi qasî 320 milyar dînar (nêzîkî 268 milyon dolar) weke beşeke mûçeyan, ji Bexdayê bo Herêma Kurdistanê were şandin.

 

Î.A