Li Qamişlo kesekî din bi Koronayê canê xwe ji dest da

Desteya Tendirustiyê yê Rêveberiya Xweser ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de haleteke pêketin û haleteke mirina bi vîrusa Koronayê hat tomarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Desteya Tendirustiyê yê Rêveberiya Xweser ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de haleteke pêketin û haleteke mirina bi vîrusa Koronayê hat tomarkirin.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser îro di daxuyaniyekê de amarên pêketin û mirina Koronayê yên 24 demjimêrên bûrî ragihandin û diyar kir, li herêma Şehbayê kesekî din bi vîrûsa Koronayê ket.

Dr. Ciwan Mustefa da zanîn jî, li bajarê Qamişlo kesekî 60 salî bi Koronayê canê xwe ji dest da.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihîştiye 205 kesan, ji wan jî 12 kesan canê xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê Dr. Ciwan Mustefa amaje bi wê da, 5 pêketiyên Koronayê yên din li herêmên wan baş bûne û hejmara tevahiya başbûyan gihîşt 26 kesan.

 

S. B