ENKS tekeziyê li serxistina diyaloga bi PYNKê dike

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Tevgera Ciwanên Şoreşger bi êrîşkirina ser nivîsgeha Partiya Demokrat – Sûriye (PDK-S) tometbar dike û radigihîne, divê Fermandariya HSDê sînorekê ji kiryarên wê grûpê re deyne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Tevgera Ciwanên Şoreşger bi êrîşkirina ser nivîsgeha Partiya Demokrat – Sûriye (PDK-S) tometbar dike û radigihîne, divê Fermandariya HSDê sînorekê ji kiryarên wê grûpê re deyne.

Emîndariya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, grûpa bi navê “Ciwanên Şoreşger”  şeva Şemiya bûrî êrîşî ser nivîsgeha Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) li taxa Rojhilat kir û durişm û navê PDK-Sê û ala Kurdistanê reş kirin û siloganên istifzazî dubare kirin.

ENKSê di daxuyaniya xwe de diyar kir, “Ev êrîş di çarçoveya zîncîreya êrîşên têkder ên ev grûp dike de tê û her ku heyamên geşbîniyê bi hevtêgihîştina Kurdî derdikevin ev kiriyar dubare dibin. Bêgûman dijminên berjewendiyên gelê Kurd li piştî van kesan radiwestin”.

ENKS bi tundî ev êrîş şermezar kir û ragihand, “Tevî hewlên fermandariya HSDê ku vê bûyerê kom bike, lê ENKS dibîne ku divê sînoreke dawî ji kiryarên vê grûpê yên li dijî nirxên Kurdatiyê re were danîn”.

Herwiha ENKS di daxuyaniya xwe de tekeziyê li ser serxistina danûstandinên bi Partiyên Yekîtiya Niştimanî re dike û gelê Kurd piştrast dike dê bi armancên ku kar û xebatê di ber de dike dilsoz be.

Şeva 15ê Tebaxê li bajarê Qamişlo nivîsgeha Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) ya li rojhilatê Qamişlo rastî êrîşê hatibû, ala Kurdistanê hatibû boyaxkirin û hin siloganên li PKKê li ser deriyê nivîsgehê hatibû nivîsandin. Berpirsên PDK-S û ENKSê jî grûpa Tevgera Ciwanên Şoreşger bi wê êrîşê tometbar dikin.

 

S. B