Qamişlo.. Firokeyeke Amerîkî rêbendeke rêjîma Sûriyê bombebaran kir
Li rojavayê Kurdistanê şer di navbera hêzên Amerîkî û artêşa Sûriyê de derket û firokeyeke Amerîkî rêbendeke artêşa Sûriyê armanc kir û hejmarek serbaz tên kuştin birîndarkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li rojavayê Kurdistanê şer di navbera hêzên Amerîkî û artêşa Sûriyê de derket û firokeyeke Amerîkî rêbendeke artêşa Sûriyê armanc kir û hejmarek serbaz tên kuştin birîndarkirin.
Ajansa fermî ya Sûriyê (SANA) belav kir, piştî ku rêbendeke artêşa Sûriyê li gundê Til Deheb li başûrê Qamişlo rê neda otombîlên Amerîkî derbas bibin, firokeyên Amerîkî ew rêbend bombebaran kir û di encamê de serbazek hat kuştin û 2 serbaz jî birîndar bûn.
Da zanîn jî, serbazê kuştî û her du serbazên birîndar ji bo nexweşxaneya Niştimanî ya Qamişlo hatin veguhastin.
Pêştir jî çend caran li herêmên rojavayê Kurdistanê hêzên rêjîma Sûriyê û hêzên Amerîkî rûbirûyî hevdu bûn.
S. B