Li Îranê 165 kes bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Îran û rojhilatê Kurdistanê 165 kesên din bi vîrusa Koronaya nû COVID-19 canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Îran û  rojhilatê Kurdistanê 165 kesên din bi vîrusa Koronaya nû COVID-19 canê xwe jidest dan. 

Berdevka Wezareta Tenduristiya Îranê Dr. Sîma Larî ragihand, di nav 24 demjimêrên bûrî de 2 hezar û 247 kes li Îranê bi Koronayê ketine û 165 kesan jî bi Koronayê canê xwe jidest dan.

Bi vî awayî, hejmara pêketiyan li Iranê gihîşt 345 hezar û 450 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîştiye 19 hezar û 804 kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristiya Îranê anî ziman ku heta niha 299 hezar û 157 nexweşên Koronayê baş bûne û rewşa 3 hezar û 773 kesî xirap e.

 

S. B