Encûmena Wezîran: Mûçe li gor mîkanîzma xweguncandin ligel rewşa darayî tê dabeşkirin

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serperiştiya Serokê Encûmena Wezîran Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî bi riya vîdyokonferansê civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serperiştiya Serokê Encûmena Wezîran Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî bi riya vîdyokonferansê civiya.

Di civînê de rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê û mîkanîzma dabeşkirina mûçeyê hatin guftûgokirin.

Derbarê dabeşkirina mûçeyê, piştî rêkeftina bi Bexdayê re û bi berçavgirtina zêdetir a rewşa darayî ya Herêmê, biryar hat dayîn li gor dahata ku li ber dest e, di zûtirîn dem de bi awayekî dadperwerane bê dabeşkirin. Ji niha û pê ve, pewit e bi mîkanîzma xweguncandin bi dahata mehane û bi awayekî dadperwerane mûçe di dema guncaw de bê dabeşkirin, bi piştbestin bi dahatên Herêmê ku dahata netfê û ne neftê û ew bire pereyên ji Bexdayê tê Herêmê, hemû mehê rêjeya mûçeyê li gor dahatê dibe.

Di civînê de herwiha guftûgo derbarê rewşa tendirustî û rêkar û pêngavên rûbirûbûna betaya Koronayê li Herêma Kurdistanê hate kirin ku mixabin niha Herêma Kurdistanê di rewşeke metirsîdar de ye û rêjeya pêketiyan û canjidestan di bilindbûnê de ye. Ji ber wê pêwîst e welatî pabendî rêkarên xweparêziyê û rênimayên tendirustiyê bin. Emaje bi wê jî da, ji destpêka belavbûna vê vîrûsê ve, hikûmeta Herêma Kurdistanê rêkarên pêwîst girtin ber û karî ta astekî baş rewşê kontrol bike ku bû cihê destxweşî û pesnê xelkê li nevxwe û li derve, lê mixabin pabendnebûna bi rêkaran, bû sedema rewşa tendirustî bigihe vê asta metirsîdar ya îro. Ji ber wê di demekê de dam û dezgehên pêwendîdar ên hikûmetê berdewam dibin bi cibicîkirina rêkarên xweparêziyê, daxwaz ji welatiyan jî dikin ji bo parastina xwe û kesûkarên xwe, pabend bin û xwe biparêzin.

 

S. B