Li Ranye termê xortekî li parkê daliqandî hat dîtin

Termê xortekî 18 salî, li parka Derwaze ya li navçeya Ranye ya ser bi Silêmaniyê bi awayekî daliqandî hat dîtin.

K24 – Ranye

Termê xortekî 18 salî, li Parka Derwaze ya li navçeya Ranye ya ser bi Silêmaniyê bi awayekî daliqandî hat dîtin.

Şoriş Îsmaîl, Berdevkê Rêveberiya Polîsê Raperîn li ser vê rûdanê ji K24ê re ragihand: “Xortê 18 salî nişteciyê Ranye ye, termê wî bo tiba dadî hatiye veguhestin.”

Li gor gotina Şoriş Îsmaîl, di dema lêkolînê de hatiye dîtin ku dewsa werîsê li stûyê wî xortî de heye.

Ji bo zanyariya rastiya rûdanê ku gelo wî bi xwe, xwe daliqandiye, lêkolînên polîsan dest pê kiriye û termê xortê 18 salî li Tiba Dadî ya Silêmaniyê ye.

Hêjayî gotinê ye ku di nava mehekê de li Ranyeyê ev sêyem rûdana daliqandina bi werîsê ye, du rûdanên din, xwedaliqandin û xwexeniqandin bûn.

 

Î.A

Fly Erbil Advertisment