Hevpeymaniya Navdewletî: Me bi firokeyê êrîşî xala rêjîma Sûriyê nekir
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê red dike ku bi firokeyan rêbenda rêjîma Sûriyê li başûrê Qamişlo armanc girtibe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê red dike ku bi firokeyan rêbenda rêjîma Sûriyê li başûrê Qamişlo armanc girtibe.
Îro ajansa fermî ya rêjîma Sûriyê “SANA” belav kir, firokeyeke Amerîkî rêbendeke rêjîma Sûriyê li Til Zeheb li başûrê Qamişlo armanc girt û di encamê de serbazekî artêşa Sûriyê hat kuştin û 2 serbaz jî birîndar bûn.
Derbarê wê bûyerê de Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê daxuyaniyek bi zimanê Îngilîzî, Kurdî û Erebî belav kir û tê de red kir ku ti firokeyeke wan ew xala rêjîma Sûriyê armanc girtibe û diyar kir, tenê wan bersiva guleyên li wan hatine barandin dane.
Daxuyaniya Hevpeymaniya Navdewletî wiha ye:
“Koalisyona Navdewletî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk di 17ê Tebaxê danê sibê 9:20 de bi dema Sûriyê li nêzîkî Til Zeheb / Sûriye dema ku dewreya rojane ya li dijî DAIŞê pêk dianî, rastî xaleke kontrolê ya ku ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê ve hatiye dagirkirin hatin, piştî ku hêzên me peyama ewle ya derbasbûnê ji hêzên alîgirên rêjîmê wergirt, hewl dan xalê derbas bikin, lê bi hin kesên li nêzîkî xala kontrolê re ketin pevçûneke kurt ya çekî. Hêzên Koalisyonê di bin banê xweparastinê de bersiva çekî dan lê Koalisyonê ti êrîşeke hewayî bi kar neanî. Hêzên Koalisyonê vegeriyan baregeha xwe. Lêkolînên li ser vê bûyerê berdewam in.”
