Hesen Remzî: Xuya ye hinek kes naxwazin miletê Kurd bigihe rehetiyê

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) derbarê êrîşa bi ser ofîsa PDK-S û Ala Kurdistanê de ragihand: “Xuya ye hinek kes, di nav PYDê de naxwazin ev diyalog bi rê ve here û miletê Kurd bigihe rehetiyekê ku jiyaneke xweş û aram bijîn li Kurdistana Sûriyê.”

K24 – Hewlêr

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) derbarê êrîşa bi ser ofîsa PDK-S û Ala Kurdistanê de ragihand: “Xuya ye hinek kes, di nav PYDê de naxwazin ev diyalog bi rê ve here û miletê Kurd bigihe rehetiyekê ku jiyaneke xweş û aram bijîn li Kurdistana Sûriyê.”

Hesen Remzî, Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser êrîşê diyar kir: “Roja şemiyê nêzîkî saet 20:00ê êvarê, grûpeke bi navê Ciwanên Şoreşger ya ser bi PYDê êrîşî ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) li rojhilatê bajarê Qamişlo kirin, vê grûpê li ser deriyê ofîsê li ser logoya partiyê û Ala Kurdistanê gelek tiştên xirab bi boyaxa reş nivîsîn, sloganên xwe avêtin û agir li pêşiya ofîsa me vêxistin. Bi qasî saetek û saet û nîv ev berdewam bû.”

Remzî bal kişande ser hejmara kesên ku li ber ofîsa PDK-Sê slogan avêtin û got: “Ew nêzîkî 100 kesî bûn.”

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê destnîşan kir ku di salên çûyî de jî grûpên bi heman navî êrîşî ser ofîsên PDK-Sê dikirin û got: “Ofîsên me dişewitandin û gelek caran Ala Kurdistanê binpê dikirin û dişewitandin. Mixabin. Ev kiryarên wiha di vê qonaxê de ku em tê re derbas dibin, em weke ENKS bi taybetî Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S), em baweriyê bi diyalog û gotûbêja Kurdî-Kurdî dikin, ji ber ku em dibînin yek ji faktorên ku dilxweşî û aramiyê û herwiha heval û dostên Kurdan bêhtir pêk bîne, ev yekrêziya hanê ye. Ji ber vê yekê em di vê qonaxê de ev êrîş êrîşeke xirab e, xuya ye hinek kes, şepêlek heye di nav PYDê de naxwazin ev diyalog bi rê ve here û miletê Kurd bigihe rehetiyekê ku jiyaneke xweş û aram bijîn li Kurdistana Sûriyê.”

Êrîşa ser ofîsa PDK-S û Ala Kurdistanê di raya giştî ya Kurd de hat şermezarkirin û bi tundî bertek lê hat nîşandan, li ser vê mijarê Hesen Remzî diyar kir: “Miletê Kurd miletekî aşitîxwaz e, li her çar parçeyên Kurdistanê, li ku derê bin, miletê Kurd dixwaze jiyaneke aram bijî, ti car tûşî alozî û ne xweşî û xirabiyê nebûne, ev ne çanda miletê Kurd e, îro ku ev derbasî civaka Kurdî be, ev çandeke xirab e, di dîroka Kurdan de, bi taybetî di dîroka Kurdên Sûriyê û tevgera siyasî ya Kurdên Sûriyê ti caran ev nebûye.”

 

Î.A