Kazimî: Heta niha pêwîstiya Iraqê bi hevkariyên Amerîka heye

Serokwezîrê Iraqê tekeziyê li ser rola girîng a hêzên Amerîkî li dijî gefên DAIŞê dike û radigihîne, heta niha pêwîstiya Iraqê bi hevkariyên Amerîka heye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê tekeziyê li ser rola girîng a hêzên Amerîkî li dijî gefên DAIŞê dike û radigihîne, heta niha pêwîstiya Iraqê bi hevkariyên Amerîka heye.

Di hevdîtinekê bi ajansa “Associated Press” re, Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî tekezî li ser rola girîng a hêzên Amerîka li dijî gefên DAIŞê kir û ragihand, heta niha pêwîstiya Iraqê bi hevkariya Amerîka heye, ji bo rûbirûyî metirsiyên DAIŞê bibe.

Kazimî got: Di rûbirûbûna terorê de, her dem pêwîstiya me bi hevkarî û hevahengiya heye, heger çi biawayekî rasterast yê serbazî nebe, lê di warê rahênan û şandina çekan de pêwîstiya me bi hevkariyê heye.

Gereke nû ya gotûbêjên stratejîk di navbera Washington û Bexdayê de destpê dike, Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî îro ber bi Amerîka bi rê dikeve û her yek ji Wezîrê Berevaniyê, Wezîrê Derve, Wezîrê Koç û Koçberan û Wezîrê Kehrebê di şanda wî de dibin.

Sibe 19ê Tebaxê hevdîtin û civînên Kazimî bi berpirsên Amerîka re destpê dike û di yekem westgeh de jî bi berpirsên Wezareta Derve re dicive. Kazimî roja 20ê Tebaxê bi Serokê Amerîka Donald Trump re dicive.

Berî serdana Kazimî, duhî Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ligel hejmarek ji şêwirmendan gihîşt Washingtonê paytexta Amerîka û biryar e beşdarî gereke nû ya guftûgoyên stratejî yên di navbera Amerîka û bibe.  

 

S. B