Li rojavayê Kurdistanê 14 kesên din bi Koronayê ketin
Desteya Tendirustiyê yê Rêveberiya Xweser ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 14 haletên pêketina bi Koronayê hatin tomarkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Desteya Tendirustiyê yê Rêveberiya Xweser ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 14 haletên pêketina bi Koronayê hatin tomarkirin.
Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser îro di daxuyaniyekê de amarên 24 demjimêrên bûrî ên pêketina bi Koronayê ragihandin û diyar kir, 14 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin.
Dr. Ciwan Mustefa da zanîn jî, haletên hatine tomarkirin, 8 li Qamişlo, 3 li Dêrikê, 2 li Amûdê û haletek li Kobaniyê ne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihîştiye 219 kesan, ji wan jî 14 kesan canê xwe ji dest dane.
S. B