Bi fermana Serokê Hikûmetê 4 milyar Dînar ji bo çareserkirina pirsgirêka avê li Silêmanî û Çemçemalê hat terxankirin

Bi fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî birê zêdetir ji 4 milyar Dînar ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmbûna avê li nava bajarê Silêmaniyê û Çemçemalê hat terxankirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî birê zêdetir ji 4 milyar Dînar ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmbûna avê li nava bajarê Silêmaniyê û Çemçemalê hat terxankirin.

Jêderekî ji Encûmana Wezîran ragihand, demek e pirsgirêka kêmbûna avê li her du bajarên Silêmanî û Çemçemalê heye û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da, birê zêdetir ji 4 milyar Dînar ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bê xerckirin.

 

S. B