Çekdaran 8 kes ji 2 gundên Efrînê revandin
Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê 8 kes ji 2 gundên Efrînê revandin û piştî pere ji 3 kesan standin ew berdan, lê hîna çarenivîsa 5 kesên din ne diyar e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê 8 kes ji 2 gundên Efrînê revandin û piştî pere ji 3 kesan standin ew berdan, lê hîna çarenivîsa 5 kesên din ne diyar e.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, grûpa çekdar a bi navê Weqas duhî 17ê Tebaxê bi ser gundê Hêkiçê yê navçeya Şiyê de girt û 3 mêr û 2 jinan revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.
Ji aliyekî din ve jêderekî ji K24ê re ragihand, çekdarên Cebha El Şamiyê roja 15ê Tebaxê 3 kes ji gundê Şêxhûtka yê li navçeya Mabeta revandin û piştî bireke mezin ji pereyan ji wan standin, duhî ew berdan.
Wî jêderekî diyar kir jî, çekdarên Lîwaya Weqas ji duhî ve agir berdane dar û daristanên gundên Senarê, Anqelê, Çiyayê Xastiya û gundê Hec Qasima û heta niha agir vêketiye.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, tenê bi armanca standina pereyan ji xelkê, grûpên çekdaran bi hezaran welatî revandine.
S. B