Li Girê Sipî teqîn.. 4 çekdar hatin kuştin

Li Girê Sipî teqîneke mezin hate kirin û di encamê de 4 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Girê Sipî teqîneke mezin hate kirin û di encamê de 4 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, otombîleke bombekirî li rêbenda çekdaran li gundê Silok – Mebrûka teqiya û li gor zanyariyên destpêkê 4 çekdar hatine kuştin û hejmarek çekdar jî birîndar bûne.

Rewangehê amaje bi wê jî da, dibe ku hejmara kuştiyên teqînê zêde bibe, ji ber ku birînên gelek çekdaran giran in.

Ji dema dagîrkirina Girê Sipî ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, rewşa ewlehiyê bi yekcarî têk çûye û her car teqîn lê tên kirin.

 

S. B