Mesrûr Barzanî ji bo alîkarîkirina bavê pêşmergeyekî dîl ferman da
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ferman da sazî û dezgehên hikûmetê, alîkariya Mam Elî bikin ku bavê pêşmergeyekî dîl e û bû hefteyek bi vîrûsa koronayê ketiye û li nexweşxaneya Çemçemalê tedawî dibe.
K24 – Hewlêr
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ferman da sazî û dezgehên hikûmetê, alîkariya Mam Elî bikin ku bavê pêşmergeyekî dîl e û bû hefteyek bi vîrûsa koronayê ketiye û li nexweşxaneya Çemçemalê tedawî dibe.
Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro sêşemê 18ê Tebaxa 2020an, li rewşa tendirustiya Elî Mihemed Resûl pirsî ku bi navê Mam Elî tê nasîn û bavê pêşmergeyê bi navê Ako ye, ku ji sala 2014an ve di destê DAIŞê de dîl e.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ferman da sazî û dezgehên hikûmetê ku alîkariyên pêwîst pêşkêşî Mam Elî bikin, ku bû hefteyek ji ber pêketina bi vîrûsa koronayê (Covid-19) li Nexweşxaneya Asûde ya li bajarê Çemçemalê tedawî dibe û rewşa tendirustiya wî nebaş e.
Î.A