Wezareta Perwerdeya Bilind ji bo xwendekaran sîstema elektronîk amade kir
Ji bo cîbicîkirina rêkarên xweparêziya ji vîrûsa koronayê (Covid-19), Wezareta Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Herêma Kurdistanê sîstemeke elektronîk amade kiriye û ji bo destpêkirina pêvajoya perwerdeya îsal jî, lijneyek hatiye pêkanîn û çendîn pêşniyar hatine pêşkêşkirin.
K24 – Hewlêr
Ji bo cîbicîkirina rêkarên xweparêziya ji vîrûsa koronayê (Covid-19), Wezareta Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Herêma Kurdistanê sîstemeke elektronîk amade kiriye û ji bo destpêkirina pêvajoya perwerdeya îsal jî, lijneyek hatiye pêkanîn û çendîn pêşniyar hatine pêşkêşkirin.
Ebas Ekrem, Berdevkê Wezareta Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî ji K24ê re ragihand: “Ji bo hêsankariya xwendekaran, ku niha ji ber xweparêziya ji vîrûsa koronayê hatûçûna wan di navbera bajaran de kêm bûye, Wezareta Perwerdeya Bilind bi alîkariya pola teknîkê ya Silêmaniyê sîstemeke elektronîk amade kir, her xwendekarê/a ku bixwaze ji zanîngehekê derbasî zanîngeheke din bibe, bi awayekî elektronîk dikare daxwaza xwe pêşkêş bike û zanîngeh dê bersiv bide û piştre dê li wezaretê were pesendkirin.”
Berdevkê Wezareta Perwerdeya Bilind eşkere dike: “Xwendekarên ku dixwazin ji beşekê derbasî beşeke din bibin û xwe veguhezînin, pêvajo di navbera her du zanîngehan de bi awayekî online bi rizamendiya her du zanîngehan tê encamdan û li cihê xwe yê nû dest pê dike.”
Ebas Ekrem dibêje: “Ev pêjavo duh 17ê Tebaxa 2020an dest pê kir, xwendekar dikarin serdana malpera Wezareta Perwerdeya Bilind bikin, li wir hemû zanyarî hene û bi rêya vîdeoyê hûrgilî hatine eşkerekirin.”
Ekrem herwiha destnîşan kir: “Pêwîst nake ti xwendekarek ji bo vê mebestê serdana zanîngeh û wezaretê bike.”
Li ser destpêkirina pêvajoya perwerdeya îsal jî Ebas Ekrem eşkere kir: “Weke amadekariya destpêkirina xwendina îsal, lijneyeke bilind hatiye pêkanîn û çendîn pêşniyar hatine pêşkêşkirin, da ku bijardeya herî baş hilbijêrin û pêvajoya perwerdeya îsal bi awayekî serkeftî bi rê ve biçe. Ji bo biryara herî dawî, em li benda civîna encûmena wezaretê ne, ku dê di demeke nêz de civînekê pêk bîne.”
Î.A