Li Herêma Kurdistanê elektirîk bi enerjiya rojê tê berhemanîn

Wezareta Elektirîkê ya Herêma Kurdistanê dest bi projeyeke berhemanîna elekirîkê bi riya enerjiya royê dike. Proje 75 Megawatt elektirîk berhem tîne û li ser 3 parêzgehên Herêmê dabeş dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Elektirîkê ya Herêma Kurdistanê dest bi projeyeke berhemanîna elekirîkê bi riya enerjiya royê dike. Proje 75 Megawatt elektirîk berhem tîne û li ser 3 parêzgehên Herêmê dabeş dike.

Rêvebirê Kontrolkirina Elektirîka Herêma Kurdistanê û Berdevkê Wezareta Elektirîkê endezyar Omêd Ehmed  ji K24ê re ragihand, di çarçoveya plana wan de, projeya berhemanîna 75 megawatt elektirîk bi riya enerjiya royê heye û birê her 24 megawatt elektirîk li ser parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê tê dabeşkirin.

Diyar kir jî, ew proje niha di qonaxa tenderê de ye û dikeve warê bicihkirinê de.

Endezyar Omêde Ehmed diyar kir, ji bo berhemanîna elektirîkê bi riya enerjiya royê, pêwîstiya me bi westgeheke mezin heye, her hewlekê didin di wê projeyê de bi ser bikevin, ji bo proje di pêşerojê de bê berfirehkirin.

Destnîşan kir, zêdekirina berhema elektirîkê, rasterast bandorê li zêdekirina dana elektirîkê bo welatiyan dike.

 

S. B