Malikî: Amerîka dixwaze Îranê ji Iraqê derbixe

Nûrî Malikî derbarê serdana Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê bo Amerîkayê de ragihand; ev serdan weke ku tê propagandakirin, ne serdaneke dîrokî ye, “ez jî pênc caran çûme Waşintonê”.

K24 – Hewlêr

Nûrî Malikî derbarê serdana Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê bo Amerîkayê de ragihand; ev serdan weke ku tê propagandakirin, ne serdaneke dîrokî ye, “ez jî pênc caran çûme Waşintonê”.

Nûrî Malikî, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa û Serokwezîrê berê yê Iraqê, di hevpeyvînekê de ligel kanala televîzyona Iraqî, giringiya serdana Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê bo Amerîkayê weke kêm nîşan da û got: “Ez jî pênc caran çûme Waşintonê, ev serdan weke ku tê propagandakirin, ne serdaneke dîrokî ye.”

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa dibêje: “Amerîka dixwaze Îranê ji Iraqê derbixe, lê belê serbazgeheke Îranê li Iraqê tine ye, tenê peywendiya siyasî di navbera Bexda û Tehranê de heye, an dixwaze Heşda Şeebî ji holê rake, ev jî mijareke navxweyî ya Iraqê ye.”

Ev gotinên Nûrî Malikî di demekê de ye; duh 18ê Tebaxa 2020an, Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê bi serdaneke fermî gihişte Amerîkayê û îro ligel rayedarên Amerîkayê dest bi civînan dike. Herwiha biryar e, sibe jî bi Donald Trump, Serokê Amerîkayê re hevdîtinekê pêk bîne.

 

Î.A