Li Hewlêrê rêjeya pêketiyên koronayê ber bi kêmbûnê ve diçe

Li bajarê Hewlêrê di nav van sê rojên dawî de pêketiyên vîrûsa koronayê (Covid-19) ber bi kêmbûnê ve diçe û bijîşk û rayedarên tendirustiyê yên Hewlêrê jî li ser sedema vê yekê diyar dikin ku ji ber pabendbûna welatiyan bi rêkar û rênimayên tendirustiyê ye.

K24 – Hewlêr

Saman Berzincî, Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê li ser vê mijarê eşkere kir: “Kêmbûna hejmara pêketiyan nayê wê wateyê ku metirsiya koronayê kê bûye, divê welatiyên me li ser pabendbûna rêkarên xweparastinê berdewam bin.”

Rêveberiya Tendirustiya Hewlêrê pêşbînî dike, ji destpêka meha Îlonê ve amar ber bi kêmbûnê ve biçin û bikarin rewşa tendirustiyê kontrol bikin.

Dr. Dara Ferhad ku li navendên koronayê dixebite, ragihand; hejmara pêketiyan ji pêwîstiyên tendirustiyê zêdetir e û bêtir bargiranî li ser nexweşan û karmendên tendirustiyê çêdike, loma ji welatiyan daxwaz dike ku zêdetir pabendî rênimayên tendirustiyê bibin.

Li gor amarên ragihandî yên Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê, di nav van 3 rojên dawî de hejmara pêketiyên koronayê li Hewlêrê roj bi roj kêm dibe, bijîşk û rayedarên tendirustiyê yên Hewlêrê jî li ser sedema vê yekê diyar dikin ku ji ber pabendbûna welatiyan bi rêkar û rênimayên tendirustiyê ye. Herwiha daxwaz dikin ku welatî li ser xweparastin û dûrketina ji cihên qerebalix berdewam bin, da ku bi yekcarî ev vîrûs were kontrolkirin.

Î.A