Li rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê zêde dibe: Biryarên nû hatin
Li rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê zêde dibe: Biryarên nû hatin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li rojavayê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 34 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketin. Li dijî vîrûsê biryarên nû hatin dayîn.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên vîrûsa koronayê (Covid-19) yên 24 demjimêrên dawî yên li rojavayê Kurdistanê belav kir.
Hevserokê Desteya Tendirustiyê eşkere kir ku 34 kes bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 21 kes mêr û 13 kes jin in.
Dr. Ciwan Mistefa destnîşan kir; kesên bi koronayê ketine 13 kes li Hesekê, 11 kes li Qamişloyê, 9 kes li Dêrikê û kesek jî li Girkê Legê ye.
Herwiha eşkere kir ku 8 kes baş bûne û di nav 24 demjimêran de ti kesî jiyana xwe ji dest nedaye.
Biryarên nû:
Li aliyê din Şaneya Aloziyê ya li Herêma Firatê derbarê vîrûsa koronayê (Covid-19) de civînek encam da û biryarên nû dan.
- Têketin û derketina ji Herêma Firatê hat qedexekirin. Ev biryar rewşên awarte, nexweşên giran, wesayîtên derman û petrolê, wesayîtên ku kelûpelên xwarin û vexwarinê vediguhezin û saziyê mirovî li xwe nagre.
- Kombûna li holên şahî û dawetan, kafe, qehwexane û parkan hat qedexekirin.
- Xwaringeh û restoran eger tedbîrên pêwîst werin pêkanîn, tenê dikarin xwarinan bigihînin malan.
- Li mizgeftan îbadetên bi cemaetî û danîna şînê hat qedexekirin.
- Hevdîtinên li nexweşxane û girtîgehan hat rawestandin.
- Hemû çalakiyên perwerdeyê, li temamê saziyên perwerdeyê hatin paşxistin.
- Li saziyên Rêveberiya Xweser hejmara karmendan hat kêmkirin, lê saziyên ku divê rojane bixebitin, li derveyî vê biryarê ne.
Biryarên ku hatine dayîn, dê heta 28ê Tebaxa 2020an werin cîbicîkirin.
Î.A