Li ser serbazê ku destdirêjiyê li keçeke Êlihî kiribû biryara girtinê hat dayîn
Li ser Çawîşê Pispor Musa Orhan ku bi destdirêjiya keçeke Êlihî tawanbar e, biryara girtinê hat dayîn

K24 – Navenda Nûçeyan
Li ser Çawîşê Pispor Musa Orhan ku bi destdirêjiya keçeke Êlihî tawanbar e, biryara girtinê hat dayîn.
Li Êlihê ji aliyê Çawîşê Pispor Musa Orhan ve destdirêjî li keçeke 18 salî ya bi navê Î.E hatibû kirin û ew keçik di 16ê Tîrmehê de hewla xwekuştinê dabû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû.
Hat ragihandin; li ser Çawîşê Pispor Musa Orhan ku bi destdirêjiya keça 18 salî tawanbar e û bûye sedema xwekuştina wê keçikê, biryara girtinê hat dayîn.
Baroya Sêrtê diyar kir; Musa Orhan ji karê xwe hatiye dûrxistin û Serdozgeriya Sêrtê derbarê wî de îdianame amade kiriye û girtina wî xwestiye.
Î.A