Beyan Samî: Herêma Kurdistanê di guftûgoyên stratejî ya Iraq û Amerîka de beşdar e

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê Beyan Samî Ebdulrehman ragihand, Amerîka xwazyar e Iraq aram bibe û her dem tekez kiriye, ew ligel Iraqeke bihêz û Herêma Kurdistanê di çarçoveya Iraqê de aram be û beşdariya bibandor a Herêma Kurdistanê di guftûgoyên stratejîk ên Iraq û Amerîka de dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê Beyan Samî Ebdulrehman ragihand, Amerîka xwazyar e Iraq aram bibe û her dem tekez kiriye, ew ligel Iraqeke bihêz û Herêma Kurdistanê di çarçoveya Iraqê de aram be û beşdariya bibandor a Herêma Kurdistanê di guftûgoyên stratejîk ên Iraq û Amerîka de dibe.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê Beyan Samî Ebdulrehman ji K24ê re ragihand, Kurd di guftûgoyên stratejî ên Iraq û Amerîka de beşdar e Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî bi şanda Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re li tevahiya civînên taybet wek nûnerê Herêma Kurdistanê beşdar e.

Herwiha got: Kurd bi pêwîstî dizanin, Amerîka bimîne û ew guftûgoyên stratejî yên Iraq û Amerîka bi ser bikeve, ji ber ku hîna DAIŞ bi temamî bi dawî nebûye û rewşa aborî ya Iraqê me cîgir e û Iraq bi tenê nikare rûbirûyî teror û pirsgirêkên navxweyî û Koronayê bibe. Ji ber wê pêwîst e Amerîka û hevpeymanên wê bimînin, ji bo alîkariya Iraqê bikin.

Beyan Samî diyar kir, şanda Herêma Kurdistanê li Amerîka ji bilî beşdarîkirina di guftûgoyên stratejî yên di navbera Iraq û Amerîka de, bi awayekî cuda hejmarek civîn û çalakî ligel aliyê Amerîkî kirin, ji wan jî civînên ligel Wezareta Derve û Wezareta Eneriyê bûn û pirsên cihê girîngiya her du aliyan e, hatin guftûgokirin.

Da zanîn jî, wek şanda Herêma Kurdistanê wan daxwaz ji Ajansa Geşepêdana Navdewletî ya Amerîka (USAID) kirin, hevkariya Herêma Kurdistanê bikin ji bo rûbirûbûna Koronayê û Amerîka ew alîkariyên di wê derbarê de pêşkêşî Iraqê dike, pişkê Herêma Kurdistanê jî tê de hebe, çi bi riya alîkariyên ku Amerîka rasterast dişîne Iraqê û çi bi riya Netewên Yekgirtî dibe.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê behsa wê jî kir, Amerîka piştevaniyê li aramiya Herêma Kurdistanê di çarçoveya Iraqeke bihêz de dike û dixwaze pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi riya guftûgo û hevtêgihîştinê bêne çareserkirin.

 

S. B