Li rojavayê Kurdistanê 2 pêketiyên Koronayê canê xwe ji dest dan
Desteya Tendirustiyê yê Rêveberiya Xweser ragihand, 27 haletên pêketina bi Koronayê hatin tomarkirin û 2 pêketiyan jî canê xwe ji dest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Desteya Tendirustiyê yê Rêveberiya Xweser ragihand, 27 haletên pêketina bi Koronayê hatin tomarkirin û 2 pêketiyan jî canê xwe ji dest dan.
Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser îro di daxuyaniyekê de amarên 24 demjimêrên bûrî ên pêketina bi Koronayê ragihandin û diyar kir, jineke 60 salî li bajarê Qamişlo û kalemêrekî 70 salî li bajarê Hesekê canê xwe ji dest dane.
Dr. Ciwan Mustefa ragihandin jî, 27 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin. Haletên hatine tomarkirin, 16 mêr û 11 jin in, ji wan 17 halet li Qamişlo, 5 li Dêrikê, 5 li Hesekê ne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihîştiye 280 kesan, ji wan jî 17 kesan canê xwe ji dest dane.
Derbarê belavbûna vîrûsa Koronayê li rojavayê Kurdistanê, Cîgira Hevserokatiya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser Rojîn Ehmed ji K24ê re ragihandibû, Desteya Tendirustiyê û Şaneya Krîzê gelek hişyarî di nava xelkê de balav kirine û gelek rênima û biryar derkirin, lê pabendbûna welatiyan bi wan biryaran ne di asta pêwîst de ye.
S. B