Iraq li dijî binpêkirinên Tirkiyê dest bi pêngavên dîplomasî kiriye

Iraq ji bo bersivdana êrîşên Tirkiyê li ser navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, dest bi pêngavên dîplomasî kiriye û li benda hekwesteke tund a navdewletî li dijî Tirkiyê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Iraq ji bo bersivdana êrîşên Tirkiyê li ser navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, dest bi pêngavên dîplomasî kiriye û li benda hekwesteke tund a navdewletî li dijî Tirkiyê ye.

Endamê Komîteya Asayiş û Berevaniyê li Parlemana Iraqê Ebdulxaliq Ezawî ragihand, Iraq ji bo bersivdana li êrîşên Tirkiyê, dest bi pêngavên dîplomasî kiriye.

Ezawî ji medyaya Iraqê re got: Êrîşên Tirkiyê li bakurê Iraqê red dikin ku di dema bûrî de bûne sedema canjidestdana hejmarek Iraqiyan. Tiştê Tirkiye dike, çalakiyên dijminane ne û binpêkirina gelekî metirsîdar e.

Bi gotina wî endamên Komîteya Asayiş û Berevaniyê li Parlemana Iraqê: Iraq peyamên nerazîbûnê yên tund şandine Netewên Yekgirtî û rêxistinên navdewletî, diyar kiriye ku ew binpêkirinên Tirkiyê qebûl nakin.

Tirkiye ji nîva meha Hezîrana bûrî ve bi êrîşên esmanî û bejahî dest bi operasyonên serbazî li dijî pêgehên PKKê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê kirine, lê di nav de hejmarek ji welatiyên sivîl şehîd bûne û hejmarek gund vala bûne.

 

S. B