5 firokeyên bêfirokvan li Şîladizê ketin xwarê

Îro danê sibê 5 firokeyên bêfirokvan li nêzîkî 2 gundên Şîladizê li parêzgeha Duhokê ketin xwarê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro danê sibê 5 firokeyên bêfirokvan li nêzîkî 2 gundên Şîladizê li parêzgeha Duhokê ketin xwarê.

Ew firokeyên bêfirokvan, yek li gundê Bawan, yek li nava gundê Dêyokê û 3 jî li nêzîkî gundê Dêyokê ketin û ti ziyan di encama wan de nebûn.

Peyamnêrê K24ê li wê deverê da zanîn, heta niha nayê zanîn ew firoke ser bi çi aliyê ve ne.

Peyamnêrê me got jî: Guleyeke Hawinê jî li nêzîk firokeyekê hate dîtin, tê gûmankirin ku bi firokeyê ve hatibû bestin.

Zêdetir ji 2 mehan e artêşa Tirkiyê pêgehên PKKê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bombebaran dike û di encamê de hejmarek ji welatiyên sivîl şehîd bûne û agir bi dar û daristanan ketine û hejmarek gund jî vala bûne.