Li Herêma Kurdistanê 24 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûr de 483 kesên din bi Koronayê ketin û 24 kesan jî canê xwe ji dest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûr de 483 kesên din bi Koronayê ketin û 24 kesan jî canê xwe ji dest dan.
Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Herêma Kurdistanê di qonaxa hilkişandina pêketiyên vîrûsa Koronayê de ye û di 24 demjimêrên bûrî de zêdetir ji 5 hezar test hatine kirin.
Wezîrê Tendirustiyê aşkere kir, di 24 demjimêrên bûr de 483 kesên din bi Koronayê ketin û 24 kesan jî canê xwe ji dest dan û 325 pêketî baş bûne.
Dr. Saman Berzincî tekez kir, bikaranîna mask û dûrketina civakî, rêgiriyê li belavbûna vîrûsa Koronayê digire.
Wezîrê Tendirustiyê ragihand, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêzanîn û spasiya taybet pêşkêşî bijîşk û karmandên tendirustiyê dike ku li nexweşxaneyan berdewam di erkê xwe de ne ji bo rûbirûyî Koronayê bibin.
Bi amarên ku Wezîrê Tendirustiyê ragihandine, li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi vîrûsa Koronayê ketine gihîştiye 23 hezar û 204 kesan, ji wan 849 kesan canê xwe ji dest dane û 13 hezar û 324 pêketî jî baş bûne.
S. B