Li Iraqê 87 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 87 kesan canê xwe ji dest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 87 kesan canê xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di daxuyaniyekê de amarên 24 demjimêrên bûrî ên taybet b Koronayê belav kirin û ragihand, li Iraq û Herêma Kurdistanê 87 kesan canê xwe ji dest dane û 3 hezar û 995 kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye; heta niha 192 hezar û 797 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 6 hezar û 208 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Herwiha hatiye destnîşankirin; niha li seranserê Iraqê 49 hezar û 389 kes li nexweşxaneyan in û ji wan 614 kes jî di bin çavdêriya hûrbînî de ne.

 

S. B