Efrîn.. Di 20 rojan de 30 kes hatin revandin û 2 kes jî hatin kuştin

Rêxistina Mafên Miovan li Efrînê di raportekê de belav kir, tenê di 20 rojên vê mehê de 30 welatiyên Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ve hatine revandin û kesek hate kuştin û zarokek jî li ser sînorê Tirkiyê bi guleyên cendirmeyên Tirkiyê hatiye kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina Mafên Miovan li Efrînê di raportekê de belav kir, tenê di 20 rojên vê mehê de 30 welatiyên Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ve hatine revandin û kesek hate kuştin û zarokek jî li ser sînorê Tirkiyê bi guleyên cendirmeyên Tirkiyê hatiye kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, grûpa bi navê Polîsa Serbazî roja 20 Tebaxê 6 welatî (Muxtarê gund Husên Osman, Ezet Osman, Xelîl Osman, Mustefa Elûş, Osman Reşo û jinek bi navê Ferîde) ji gundê Çolaqa revandin û piştî pere ji wan standin berdan. Heman grûpê 2 birayên bi navên Mihemed Nûrî Şêxo û Ebdilrehman Nûrî Şêxo roja 15ê Tebaxê revandin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Da zanîn jî, roja 18ê Tebaxê 2 çekdaran 2 keçik ji pêş mala wan li ser riya Efrîn – Tirindê revandin û piştî xwediyên daxwaza wan ji Polîsa Serbazî kirin, roja 20ê Tebaxê hatin berdan.

Diyar kir jî, grûpên bi navê Siqor El Şemal roja 17ê Tebaxê bi avêt ser gundê Gemrûkê yê navçeya Mabeta û 7 welatî (Kemal Elîk, Ednan Zekeriya, Zekî Xoce, Ebdilrehman Xelîl Ehmo, Ebdo Hesen û Kemal Hesen Ehmed) revandin û li hember berdana wan daxwaza pereyan ji wan kirine.

Wê rêxistinê ragihand jî, grûpa bi navê Polîsa Serbazî roja 15ê Tebaxê li bajarokê 5 welatî (Hesen Mihemed Eyûb, Cemal Ebdo Ebûş, Elî Ebdo Ebûş, Mihemed Ebdo Ebûş, Fuad Ebdo Mihemed) revandin û piştî pere ji wan standin, berdan.

Diyar kir jî, grûpa Feyleq El Şam roja 8ê Tebaxê 3 welatî (Mihemed Elo Birîmo, Fikret hevjîna Mihemed Elo û Reşîd Mihemed Sîdo) ji gundê Şadêrê yê ser bi bajarê Efrînê ve revandin û heta niha girtî ne.

Li gundê Şêx Hitko roja 15ê Tebaxê, grûpa bi navê Nuxbe 3 welatî (Mihemed Mihemed Reşo, Zekî Henan Reşo û Mihemed Menan Reşo) revandin û piştî standina pereyan ji wan ew berdan.

Herwiha grûpa Polîsa Serbazî roja 17ê Tebaxê ciwanê 17 salî Basil Ehmed Henan ji rêbenda gundê Tirindê revand û li hember berdana wî, daxwaza pereyan ji malbata wî kirin.

Grûpa Cebhe El Şamiyê roja 5ê Tebaxê welatiyê bi navê Mihemed Hisko Hisko ji gundê Xelîlanka yê navçeya Bilbilê revand.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir jî, roja 3ê Tebaxê cendirmeyên Tirkiyê zarokê 14 salî Xelîl Nihad Şêxo li ser sînorê Tirkiyê kuşt û piştî ku bo nexweşxaneya Kîlisê hat veguhastin, endamên wî hatin dizîn.

Diyar kir jî, çekdarên ser bi grûpa Feyleq El Şam roja 13ê Tebaxê welatiyê ji pêkhateya Êzidî Nûrî Cimo Şeref di mala wî de kuşt.

Ev raport di demekê de ye, ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin, ji bilî destdanîna ser mal û milkên welatiyan, şewitandina daristan û darên zeytûnê, bicihkirina proseya guhartina demografî, grûpên çekdar bi hezaran welatiyên Efrînê revandine û hejmarek ji welatiyên sivîl jî di bin eşkencedana hovane de kuştine.

 

S. B