Li Silêmaniyê di bûyereke tirafîkê de 15 kes birîndar bûn
Li Parêzgeha Silêmaniyê di bûyereke tirafîkê de 15 kes birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Parêzgeha Silêmaniyê di bûyereke tirafîkê de 15 kes birîndar bûn.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, îro danê sibê li ser riya Dûkan û Silêmaniyê otomobîlek û mînîbûsek li hev ketin.
Li gorî agahiyan, di wê rûdanê de 15 kes birîndar bûn ku rewşa 7 kesan ne baş e.
Şeş ambulans gihîştin cihê bûyerê û birîndar ji bo nexweşxaneyên Dûkan û Silêmaniyê veguhestin.
S. B