Li Herêma Kurdistanê 26 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 535 pêketiyên Koronayê hatin tomarkirin û 26 kesan jî canê xwe jidest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 535 pêketiyên Koronayê hatin tomarkirin û 26 kesan jî canê xwe jidest dan.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de 535 kes bi vîrusa Koronayê ketine, jê 219 kes li Hewlêrê, 107 kes li Silêmaniyê, 18 li Germiyanê, 174 kes li Duhokê û 17 kes li Helebceyê ne.
Amaje bi wê jî da, 26 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan, ji wan 15 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê û 2 kes li Germiyanê, 2 kes li Raperîn û 2 kes li Helebce ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 23739 (Hewlêr: 9728, Silêmanî: 10705, Duhok: 2542, Helebce: 764)
Mirin: 875 (Hewlêr: 309, Silêmanî: 531, Duhok: 21, Helebce: 14)
Başbûn: 13650 (Hewlêr: 5154, Silêmanî: 6988, Duhok: 861, Helebce: 647)
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din daxwaz ji welatiyan dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germ hejmar (122) bikin.
S. B