Odeya Operasyona Parêzgeha Hewlêrê biryarên nû yên xweparêziyê derkirin

Odeya Operasyona Parêzgeha Hewlêrê bi piştbestin bi biryarên nû yên Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, hejmarek biryarên nû derbarê çûnûhatina welatiyan vekirina mizgeftan û xweparêziya ji vîrûsa Koronayê derkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Odeya Operasyona Parêzgeha Hewlêrê bi piştbestin bi biryarên nû yên Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, hejmarek biryarên nû derbarê çûnûhatina welatiyan vekirina mizgeftan û xweparêziya ji vîrûsa Koronayê derkirin.

Di daxuyaniya Odeya Operasyona Parêzgeha Hewlêrê de hat, mizgeft li sînorê parêzgeha Hewlêrê bi berçavgirtina rênimayên tendirustiyê û hin mercan hatin vekirin.

Tevahiya dukan, bazar, mol û cihên xizmetguzariyê tên vekirin, lê divê rênimayên tendirustiyê û rêkarên xweparêziyê bêne bicihkirin û nabe ti kesek bê mask derbasî nava wan cihan bibe.

Xwaringeh, kafêtêrya û cihên geştiyariyê jî bi mercê bicihkirina rênimayên tendirustiyê û rêkarên xweparêziyê tên vekirin û divê welatî maskan bi kar bînin û dûrketina civakî biparêzin.

Divê welatî li parêzgeha Hewlêrê maskan bi kar bînin û rûbera (1.5) di navbera xwe de bigirin û her kesê bê mask ji malê derkeve, li gor biryara Wezareta Navxwe tê sizadan, ku bi (20) hezar Dînar tê sizadan.

Cihên serxweşiyê, merasîmên ser goran, holên ahengan û dawatan girtî dimînin.

Çûnûhatin di navbera parêzgeha Hewlêrê û parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo haletên pêwîst tê vekirin, lê niha hatina grûpên geştiyaran bi komî qedexe ye.

 

S. B