Li Iraqê amarên nû yên koronayê

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 75 kesan jiyana xwe ji dest dan

K24 – Hewlêr

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 75 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 75 kesan canê xwe ji dest dane û 4 hezar û 288 kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Wezaretê di daxuyaniya 21ê Tebaxa 2020an de eşkere kiriye; heta niha 194 hezar û 85 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 140 hezar û 446 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne.

Herwiha hatiye destnîşankirin; niha 587 kes li nexweşxaneyên Iraqê di bin çavdêriya hûrbînî de ne û heta niha li seranserê Iraqê 6 hezar û 283 kesan canê xwe ji dest dane.

 

Î.A