DUHOK – Her ku diçe mirina bi koronayê zêde dibe
Her dema ku nexweşiyek li cîhanê belav dibe, bêguman qurbaniyên wan gelek dibin, pirî caran ev qurbanî nikarin li hember vî şerî bi ser bikevin û jiyana xwe ji dest didin.
K24 – Duhok
Her dema ku nexweşiyek li cîhanê belav dibe, bêguman qurbaniyên wan gelek dibin, pirî caran ev qurbanî nikarin li hember vî şerî bi ser bikevin û jiyana xwe ji dest didin.
Di şerê li dijî vîrûsa koronayê (Covid-19) de li parêzgeha Duhokê zêdetirî 2 hezar qurbanî hene û di vê dawiyê de 18 nexweşan canê xwe ji dest dane.
Nojdarek ji Kurdistan24ê re behsa mirina wan nexweşan dike û dibêje: “Bi rastî divê em xelkê xwe agahdar bikin, her kes xwe ji vê nexweşiyê biparêzin, ewên hilgirên nexweşiyên domdirêj in, an hinek arîşeyên wan ên din ên saxlemiyê hene, eger nîşan li cem wan derkevin, eger heta nîşanên sivik jî bin, bila demildest serdana nexweşxaneyê bikin, da ku rewşa wan bêtir têk neçe.”
Nexweşên ku li Duhokê jiyana xwe ji dest dane, temenên wan ji 60 salî zêdetir in û gelek nexweşiyên wan ên domdirêj hebûne.
Melayekî Duhokî behsa mirina bi koronayê dike û dibêje: “Mirina xelkê bi vê êşê, em weke taûnê hesab bikin, ew şehîd in. Pêxember ('eleyîsselatu wesselam) dibêje: 'Ew kesê bi taûnê dimire, şehîd e.' Rûmeta şehîdî çi qas mezin e. Çima mirov şerm bike ku merivê mirov, bavê mirov, pismamê mirov, kî dibe bila bibe, weke şehîd bimire. Ev rûmet hebe û mirov jê şerm bike. Nexêr. Ti şerm tê de nîne. Şerm ew e mirov nebêje. Çimkî zirara wê dê gelek bin heke mirov nebêje û xelk werin nêzîkî mirov bin û zirar bigihîje wan.”
Piraniya kesên bi vîrûsa koronayê li parêzgeha Duhokê jiyana xwe ji dest dane, berê nizanîbûne ku ew bi koronayê ketine, loma bandoreke mezin kir. Tendirustiya Duhokê her dem welatiyan agahdar dike ku eger nîşaneyekê li ser xwe bibînin, bila serdana nexweşxaneyê bikin.