Li Iraqê xwepêşanderan baregehên partiyan şewitandin

Xwepêşanderan li bajarê Nasiriye yê navenda parêzgeha Zîqarê avêtin ser baregehên partî û aliyên siyasî ku bi nêzîkbûna Îranê têne tohmetbarkirin. Herwiha li qada Hibûbî ya li navenda bajêr, motoreke bombekirî teqiya

K24 – Hewlêr

Xwepêşanderan li bajarê Nasiriye yê navenda parêzgeha Zîqarê avêtin ser baregehên partî û aliyên siyasî ku bi nêzîkbûna Îranê têne tohmetbarkirin. Herwiha li qada Hibûbî ya li navenda bajêr, motoreke bombekirî teqiya.

Ji ber ku hefteya berê li parêzgeha Besrayê çend çalakvan hatibûn kuştin û piştî ku bi teqîna motoreke bombekirî li qada Hibûbî ya Nasiriye 11 kes birîndar bûn, xwepêşanderên Nasiriye şeva din avêtin ser baregehên; Rêxistina Bedr, Partiya De'we, Esayîb û baregehên çend partiyên din jî şewitandin.

Herwiha şeva din xwepêşanderan li bajarê Besrayê jî agir berdan Ofîsa Parlemetoya Iraqê.