Li rojavayê Kurdistanê 47 kes bi koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 47 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û eşkere kir ku li Tebqayê yekem rewşa pêketina bi Covid-19ê hat tomarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 47 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û eşkere kir ku li Tebqayê yekem rewşa pêketina bi Covid-19ê hat tomarkirin.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser diyar kir; di 24 demjimêrên borî de 47 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û ji wan 21 kes li Qamişlo, 3 kes li Dêrikê , 11 kes li Hesekê, kesek li Rimêlan, kesek li Girkê Legê, 4 kes li Reqa, 4 kes li Dêrezorê û kesek jî li Kobanê ye.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser eşkere kir ku li Tebqayê jî îro yekem rewşa pêketina bi koronayê hatiye tomarkirin.

Dr. Ciwan Mistefa herwiha destnîşan kir ku 15 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 327 kesan, ji wan 51 kes baş bûne û 17 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Î.A