Li Iraqê hejmara pêketiyên Koronayê 200 hezar derbas kir

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 70 kesan canê xwe ji dest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan: Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 70 kesan canê xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di daxuyaniyekê de amarên 24 demjimêrên bûrî ên taybet b Koronayê belav kirin û ragihand, li Iraq û Herêma Kurdistanê 70 kesan canê xwe ji dest dane û 3 hezar û 965 kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye; heta niha 201 hezar û 50 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 6 hezar û 353 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Herwiha hatiye destnîşankirin; niha li seranserê Iraqê 143 hezar û 393 pêketiyên Koronayê baş bûne û 51 hezar û 304 kesan li nexweşxaneyan in û ji wan 637 kes jî di bin çavdêriya hûrbînî de ne.