Rojîn Ehmed: Qedexeya çûnûhatinê li rojavayê Kurdistanê dê were sivikkirin

Hevseroka Desteya Tendirustiyê ya Herêma Cizîrê dibêje, divê welatî pabendî rênimayê xweparêziyê bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan: Li rojavayê Kurdistanê îro 47 pêketiyên Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 2 pêketiyên Koronayê canê xwe ji dest dan. Hevseroka Desteya Tendirustiyê ya Herêma Cizîrê dibêje, divê welatî pabendî rênimayê xweparêziyê bibin.

Hevseroka Desteya Tendirustiyê ya Herêma Cizîrê Rojîn Ehmed li ser zêdebûna hejmara pêketiyên Koronayê li rojavayê Kurdistanê ji K24ê re ragihand, pêştir welatiyan agahî li ser pêketiyên Koronayê nedidan, lê niha beşeke mezin agahiyan didin û dixwazin di bin kontrola tendirustiyê re derbas bibin.

Rojîn Ehmed got jî: Tevî qedexeya çûnûhatinê hatiye dirêjkirin, lê hin asankarî hatin kirin. Qedexe dê were sivikkirin, lê divê welatî jî bi asankariyan re pabendî rênimayên tendirustiyê bibin, maskan bikar bînin û dûrketina civakî biparêzin.

Diyar kir jî: Tenê navendeke pişknîna PCR li herêma Cizîrê heye û 2 amûre li wê navendê di xizmeta welatiyan de ne, hejmara testên tên çêkirin di navbera 50 û 90 testî de ne. Herwiha tîmên tendirustî jî li gor agahiyan, ser kesên pêwîstiyê wan bi testan hebe dikin.

Got: Sedema sereke ya derbasbûna vîrûsa Koronayê bo rojavayê Kurdistanê, firokeya Qamişlo bû ku rêjîma Sûriyê ne alîkar bû û rêwî bê kontrol derbas derbasî herêmên wan dikirin.

Hevseroka Desteya Tendirustiyê ya Herêma Cizîrê da zanîn, Desteya Tendirustiyê hewl dide maskan bi nirxeke ezantir li welatiyan belav bike.

 

Fly Erbil Advertisment