Hevpeymaniya Navdewletî serbazgeha Tacî radestî hêzên Iraqî dike

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê serbazgeha Tacî û hemû kelûpelên tê de radestî hêzên Iraqî dike.

K24 – Navenda Nûçeyan: Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê serbazgeha Tacî û hemû kelûpelên tê de radestî hêzên Iraqî dike.

Kenala “Arabia” ji ser zarê jêderekî hikûmeta Iraqê belav kir, sibe hêzên Amerîkî serbazgeha Tacî ya li bakurê Bexdayê vedikişin û radestî hêzên Iraqî dikin.

Ev di demekê de ye, îro di yekem daxuyaniya xwe de ligel Serokê Amerîka Donald Trump de, Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî li Washingtonê ragihand, ew ligel Trump li ser diyarkirina xişteyekê bo vekişandina hêzên Amerîkî ji Iraqê rêkeftine.

Roja 16ê vê mehê jî Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, mezintirîn cebilxaneya serbazî li binkeya Tacî radestî hêzên Iraqî kiribû.