Pêketiyekî din ê Koronayê li Hesekê canê xwe ji dest da

K24 – Navenda Nûçeyan: Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser mirina kesekî bi vîrûsa Koronayê li bajarê Hesekê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan: Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser mirina kesekî bi vîrûsa Koronayê li bajarê Hesekê ragihand.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser îro danê êvarê ragihand, kalemêrekî 84 salî li bajarê Hesekê bi vîrûsa Koronayê cane xwe ji dest da. 

Ev di demekê de îro piştî nîvro jî Desteya Tenduristiyê mirina jineke 62 salî li Qamişlo bi vîrûsa Koronayê û pêketina 47 kesên din bi vîrûsa Koronayê ragihandibû.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê bi Koronayê canê xwe ji dest dane gihîşt 19 kesan.

 

 

Fly Erbil Advertisment