Mesrûr Barzanî ji bo rewşa Helebceyê bi parêzgar re kete têkiliyê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi peywendiyeke telefonî ligel Azad Tofîq, Parêzgarê Helebceyê rewşa deverê ji aliyê tendirustî û xizmetguzariyan gotûbêj kirin.
K24 – Hewlêr
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi peywendiyeke telefonî ligel Azad Tofîq, Parêzgarê Helebceyê rewşa deverê ji aliyê tendirustî û xizmetguzariyan ve gotûbêj kir.
Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê nîgeraniya xwe ya kûr li hember alozî û êrîşkirina ser saziyên hikûmetê û mal û milkên giştî û welatiyan nîşan da, ku duh hin kesan li Helebceyê û li çend deverên din bi navê xwepêşandanê encam dan.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir ku pêkanîna xwepêşandanan bi awayekî aştiyane û şaristanî, mafê welatiyan e, lê şewitandin û têkbirina mal û milkên giştî û welatiyan, tawan e û divê rêkarên yasayî li hember encamderan were cîbicîkirin.
Herwiha di peywendiya telefonî de li ser du projeyên giring ên li sînorê parêzgeha Helebceyê gotûbêj hatiye kirin, ku yek ji wan projeya Pira Tuwequt e ku ji aliyê Wezareta Avakirin û Niştecîkirinê ve tê çêkirin, herwiha Devera Pîşesazî ya Xurekê ku desteya veberhênanê encam dide. Her du proje jî di qonaxa dawî ya amadekirinê de ne û di demeke nêz de piştî rêkarên îdarî, kevirê bingeha her du projeyan dê werin danîn.
Rewşa tendirustiya parêzgeha Helebceyê û pêngavên rûbirûbûna vîrûsa koronayê, aliyekî din ê gotûbêja peywendiya telefonî bûn.
Î.A